El-Sîsî di 27ê Tîrmehê de bi serdaneke fermî diçe Enqerê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî di 27ê Tirmehê de serdana Tirkiyê dike û ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dicive.

Li gor nûçeya Beşa Tirkî ya “Independent”, Serokomarê Misirê Ebdulfettah El-Sîsî dê di 27ê Tirmehê de serdana Tirkiyeyê dike û digel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bicive. Her du alî dê pêwendiyên dualî û bûyer û pêşhatên li navçeyê gotûbêj bikin.

Ev yek piştî wê tê, beriya du rojan her du welatan pêwendiyên xwe yên dîplomatîk gihandibûn asta balyozan. Ev jî gaveke girîng e ji bo xurtkirina têkilî û hevkariya di navbera Misir û Tirkiyê de.

Pêwendiyên Enqere û Qahîreyê ji sala 2013an ve û piştî dûrxistina serokê wê demê yê Misirê Mihemed Mûrsî, aloz bûbû, piştî 10 salan herdu aliyan careke din dest bi asayîkirina pêwendiyên xwe kirine.

Fly Erbil Advertisment