Şaxewan Ebdullah: Pirsgirêkên cotkarên Dîbega û Kendînawayê tên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê dibêje, wî derbarê pirsgirêkên cotkarên gundên Dîbega û Kendînawayê de pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê re kiriye û ferman daye ku genimê wan bê wergirtin û pirsgirêkên wan bê çareserkirin.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Şaxewan Ebdullah got: “Piştî giliyên cotkarên li Dîbega, Kendînawa û quntarên Çiyayê Qereçoxê ku zêdetir ji 15 rojan e rêgirî li wergirtina genimê wan tê kirin, me neheqiya li wan tê kirin gihand Bexdayê, herî dawî jî min îro danê sibê bi telefonê pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Çandiniyê re kir û wî ferman da ku genimên wan bê wergirtin û pirsgirêka wan bi dawî bibe.”

Şaxewan Ebdullah da zanîn: “Derbarê pirsgirêkên li Sergeran û Topzawa de, biryar hatiye dayîn ku komîteyek bilind were avakirin da ku bilez serdana deverê bike û hemû astengiyên li pêşiya cotkaran ji holê rakin.”

Ji destpêka biharê û heta niha çendîn car in Erebên ku ji derve hatine, êrişî cotkarên Kurd li gundên ser bi Kerkûk û navçeyên Kurdistanî dikin û bi piştevaniya artêşa Iraqê rê li ber çinîn, avdanî û her karê çandiniyê yên cotkaran digirin.

Fly Erbil Advertisment