Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî: Cibicîkirina madeya 140 pêwîstî bi yekrêziya Kurdan heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî bi pêwîstî dizane serkirdatiya siyasî ya Kurd yekdeng bin, ji bo cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê û çareserkirina kêşeyên van herêman. Diyar dike ku hejmarek ji serkirdeyên siyasî yên Iraqê soza çareserkirina pirsgirêkan dane.

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan îro 11ê Tîrmehê derbarê civîna ligel hejmarek ji berpirsên siyasî yên Iraqê li Bexdayê li ser pirsgirêkên cotkarên Kurd li navçeyên sînora madeya 140 de ragihand, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û cîbicîkirina maddeya 140, divê aliyên siyasî yên Kurdistanê yekdeng bin û gotareke wan a hevbeş hebe.

Fehmî Burhan got, wî di zincîre hevdîtinên bi Hadî Amirî, Ehmed Fetlawî û hejmarek ji serkirdeyên din ên Iraqê re, jê re hatiye gotin ku ji bo çareserkirina kêşeya zeviyên cotkarên Kurd, divê serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê were ser xetê û fişarê li Parlamentoya Iraqê bike ku biryarên “Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya rêjîma Beis” hilweşînin.

Li gor Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanê, serkirdeyên siyasî yên Iraqê çendîn soza çareserkirinê dane wî û di civînê de çend encamên baş derketine, lê ev nayê wê wateyê ku hemû daxwaz û armancên wan hatine cîbicîkirin.

Fehmî Burhan destnîşan kir, Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla ji wî gotiye ku “Komîta Madeya 140 li Parlamentoya Iraqê hatiye aktîvkirin, piştî ku karê wê di kabîneyên berê de hatibû rawestandin.

Fehmî Burhan di konferansa rojnamevanî de got, ew pêşbînî dikin welatiyên Kurd ên li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dijîn, di destpêka meha bê de ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bên qerebûkirin.

Ev piştî wê tê, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd pêşwazî li şandeke cotkarên Kerkûkê kiribû û tekezî li ser hilweşandina biryarên “Encûmena Serkirdatiya Şoreşa Partiya Beis” ji bo gihîştina bi çareseriyekê bi awayekî ku her kes tê de razî be, kiribû.

Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji piştî bûyerên 16ê Cotmehê û vir ve ji ber bermahiyên DAIŞê, Heşdî Şeibî û Erebên ji derve hatine dinalin. Cotkarên Kurd jî li wan navçeyan bi dehan caran rastî êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şeibî hatine ku nahêlin ew karê xwe yê çandiniyê yên rojane bikin.

Welatiyên Kurd jî daxwaz ji serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê dikin ku proseya erebkirinê ya ku navçeyên wan tên kirin rawestînin û sînorekê ji zêdegaviyên artêşa Iraqê û yên hevşêwe re deynin.

Fly Erbil Advertisment