Endamekî HDK-Î li Hewlêrê hat kuştin

Hewlêr (K24) – Li gor zanyariyên Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Hewlêrê, endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) Siyamend Şaboyî li Hewlêrê hat kuştin.

Îro danê sibê endamekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDK-Î) yê bi navê Siyamend Şaboyî li nêzîkî Cêjnîkan a nêzîkî Behirke ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kuştin û termê wî piştî nîvro hatiye dîtin.

Siyamend Şaboyî temen 35 salî ye û xelkê bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Hefteya borî jî HDK-Î di daxuyaniyekê de ragihandibû ku du endamên wan ên din li havîngeheke Qeladizê hatine kuştin.

Fly Erbil Advertisment