Îsraîl destûra şewitandina Tewratê li Swêdê şermezar dike
Serokomar, Serokwezîr û rayedarên olî yên Îsraîlê ragihandin ku ew plana şewitandina Tewratê li li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stocklomê şermezar dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomar, Serokwezîr û rayedarên olî yên Îsraîlê ragihandin ku ew plana şewitandina Tewratê li li ber Balyozxaneya Îsraîlê ya li Stocklomê şermezar dikin.
Li gor nûçeya Al Monitor, daxwaza şewitandina tomara Tewratê ji aliyê kesekî Swêdî yê 30 salî ve hatiye û wî kesî eşkere kiriye ku ew vê yekê wek bertekek li hember şewitandina Quranê li ber mizgefteke Stockholmê dike.
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen ragihandiye: “Şewitandina tomara Tewratê sûcê nefretê, provokasyon û êrîşek li dijî gelê Cihû û çanda Cihû ye. Ez bang li rayedarên Swêdê dikim ku vê bûyera kirêt asteng bikin.”
Serokomarê Îsraîlê Yitzak Herzong bi daxuyaniyekê diyar kiriye, wan şewitandina Quranê ku li hemû dinyayê ji bo Misilmanan pîroz e, şermezar kirine û niha jî heman tişt tê serê pirtûka heta hetayê ya gelê Cihû û ew ji vê yekê gelek xemgîn e. Herzong bal kişandiye ser wê yekê ku destûra şewitandina pirtûkên pîroz nabe azadiya fikr û ramanan, dibe provokasyon û kiryarên nefretê.