Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê: Endamên Gulen ji bo welatên ku lê çalak in metirsî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê di salvegera heftemîn a darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an de, qurbaniyên wê derbeyê bibîr anîn û got: “Qurbaniyan canê xwe ji bo parastina demokrasî û paşeroja welatê xwe dan.”

Konsolxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, di bûyera şeva 15ê Tîrmehê de 251 kes hatine kuştin û zêdetirî 2 hezar kes jî birîndar bûne. Tekez kir jî, welatê wî dê qurbaniyan ji bîr neke û spasiya birîndaran kir.

Ji aliyê xwe ve Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Cemaeta Gulen metirsî ye li ser wan welatên ku tê de kar dikin.

Mehmet Mevlut Yakut diyar kir jî, Cemaeta Gulen stratejiya xwe guhertiye û çalakiyên xwe yên li derveyî Tirkiyê zêdetir kirine.

Got jî: “Me beriya 15ê Tîrmehê dest bi şerê vê rêxistinê kiribû. Îro jî em li asta Tirkiye û navdewletî jî li hemberî wan têkoşîna xwe didomînin. Me li Tirkiyê encamên baş bidest anîn û heta astekê me dawî lê aniye. Ji ber vê yekê ew neçar man ku stratejiya xwe biguherînin û li derveyî Tirkiyê çalakiyên xwe zêdetir bikin. Ji ber vê yekê di asta navdewletî de rûbirûbûna FETO’yê, yek ji karên pêşîne yên Tirkiyê ye. Dixwazim diyar bikim ku FETO ne tenê ji bo Tirkiyê tehdîdek e, ji bo welatên ku tê de kar dike jî xeteriyeke cidî ya ewlehiyê ye.”

Şeva 15ê Tîrmeha 2016an, bi armanca rûxandina Hikûmeta Tirkiyê ku ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hatiye avakirin, hejmarek leşker bi serokatiya çend efser û generalên berê yên artêşê hewla derbeyê hat dayîn, lê ew bi ser neketin, hikûmeta Tirkiyê jî piştre tevgera Gulen, bi serokatiya Fethullah Gulen, bi hewla vê derbeyê tometbar kir û hemû saziyên wê girtin û endamên ku pêwendiya wê bi vê hewlê re hebûn desteser kirin.

Fethullah Gulen ku niha li Pensilvaniyaya Amerîka dijî, Tirkiye jî daxwaza radestkirina wî û hejmareke din ji rêberên din ên wê tevgerê ji Amerîka û welatên din dike, lê heta niha nehatine radestkirin.

Fly Erbil Advertisment