Hilbijartinên encûmena parêzgehan.. Aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê heta niha lihev nekirine

Kerkûk (K24) – Ji bo hilbijartinên encûmena parêzgehan, tenê du hefte ji bo tomarkirina hevpeymaniyê di Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê de mane, aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê jî negihîştine rêkeftinekê bo pêkanîna hevpeymaniyeke Kurdistanî.
Di hefteya borî de YNK û PDK bi awayekî cuda ligel aliyên siyasî civiyan û daxwaza hevpeymaniyê kirin, lê heta niha Tevgera Gorran, Komela Dadwerî û Yekgirtûya Îslamî bersiva pêşniyarên YNK û PDKê nedane.
Serokê Rêxistina Kerkûkê ya Tevgera Gorran Hakim Obêd ji K24ê re got: “Hîn dem maye û em dikarin weke Gorranê di kêliyên dawî de biryarê bidin. Eger lîsteyeke me ya hevbeş nebe, dê bernameyeke me ya din hebe.”
Yekgirtûya Îslamî li Kerkûkê hemû bijardeyên avakirina lîsteyan dane serkirdayetiya partiya xwe, di nav de jî avakirina “Hevpeymaniya Îslamî” lê heya niha serkirdayetiya wê partiyê biryara dawî nedaye.
Berpirsê Malbenda Giştî ya Kerkûkê ya Yekgirtûya Îslamî Tariq Ferîq got: “Ev bijarde li Serkirdatiyê hatine gotûbêjkirin, lê heta niha em negihiştine biryara dawî, em li benda biryara Encûmena Cîbicîkar ya Yekgirtûya Îslamî ne.”
Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê jî pêşniyara vejandina hevpeymaniya ku di sala 2020an de li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatiye avakirin, kiriye.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Resûl Reûf ji K24ê re ragihand: “Baştirîn bijarde ew e ku li ser rêkeftina sala 2020an lîsteyeke hevbeş were avakirin. Yên ku dikarin hilbijartinan vejîne, YNK û PDK'ê ne.”
Piştî 10 salan ji dawî hilbijartinan, biryar e roja 18.12.2023an hilbijartinên encûmena parêzgehan li Iraqê bên kirin.