Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê: Pêwendiyeke me ya dostane ligel Herêma Kurdistanê heye

Hewlêr (K24) - Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokê Herêma Kurdistanê, tekezî li ser pêwendiya dîrokî ya Fransa û Herêma Kurdistanê kir û ragihand, pêwendiyeke me ya dostane û rûhî ligel Herêma Kurdistanê heye.

Îro Çarşemê 19ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu di konferansa rojnamevaniyê de behsa serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê kir û kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ragihand û got, yekem car e ew serdana Herêma Kurdistanê dike û tekezî li ser wê yekê jî kir ku pêwendiyeke me ya dostane û rûhî ligel Herêma Kurdistanê heye û ew vê serdanê jibîr nake.

Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu bal kişand ser wê yekê ku metirsiya DAIŞê bi dawî nebûye û divê di hewldanên xwe yên rûbirûbûna terorê de berdewam bin.

Sebastien Lecornu diyar kir, ji bo rûbirûna terorê divê di hevahengiya îstixbaratî û rahênankirinê de zêdetir alîkariya hev bikin.

Îro Çarşemê 19ê Tîrmeha 2023an, Wezîrê Berevaniyê yê Fransayê Sebastien Lecornu bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve gihişte Herêma Kurdistanê û piştî civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî konferanseke hevbeş a rojnamevaniyê encam dan.