Mesrûr Barzanî: Em bixêrhatineke germ li Patriyark Luîs Sako dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Em bixêrhatineke germ li cenabê qedaseta Patriyark Luîs Sako dikin bo Hewlêrê, paytexta pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û ayînza û neteweyan.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Em bixêrhatineke germ li cenabê qedaseta Patriyark Luîs Sako dikin bo Hewlêrê, paytexta pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û ayînza û neteweyan.”
Îro Şemiyê 22ê Tîrmeha 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Em bixêrhatineke germ li cenabê qedaseta Patriyark Luîs Sako dikin bo Hewlêrê, paytexta pêkvejiyana aştiyane ya hemû ol û ayînza û neteweyan.”
Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir: “Kurdistan berdewam dibe di piştevanîkirina Krîstiyanan de, em bi tundî vê reftara nehêja ya li hember cenabê wî hatiye kirin, şermezar dikin.”
بەخێرهاتنێکی گەرمی بەڕێز قەداسەتی پاتریاک لویس ساکۆ دەکەین بۆ هەولێر، پایتەختی پێکەوەژیانی ئاشتیانەی هەموو ئایین و ئایینزا و نەتەوەکان.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) July 22, 2023
کوردستان بەردەوام دەبێت لە پشتیوانیکردنی کریستیانەکان. بە تووندی سەرکۆنەی ئەو مامەڵە نەشیاوەی بەرامبەر بە بەڕێزیان کراوە دەکەین.
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd bi biryara komarî (31) di 3ê Tîrmeha 2023an de, biryara hejmara (147) a Komarî ya sala 2013’an, ya taybet bi tayînkirina Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako hilweşandibû.
Kardînal Luîs Sako biryar dabû bi yekcarî bajarê Bexdê bicih bihêle û berê xwe bide Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako duh 21ê Tîrmeha 2023an bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihişte Herêma Kurdistanê.