Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê: Em li dijî şewitandina balyozxane û cihên fermî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê dibêje, şewitandina balyozxane û nûneratiyên welatan karekî xirab e, divê xwepêşandan di çarçoveya rênimayan de were kirin.

Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê Omer Berzincî ji K24ê re got: “Bi giştî em ê tedbîrên dîplomatîk bigirin. Di vê mijarê de Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên rola xwe lîst û bi Wezîrê Derve yê Swêdê re axivî. Wezîrê Derve yê Swêdê diyar kir ku şewitandina Qur'ana pîroz bi wan nexweş e û hikûmeta Swêdê jî piştgirî neda kesê ku wî karî bike.”

Got jî: “Ev kar li gorî yasaya Swêdê hatiye kirin, eger Swêd lêvegerê di vê yasayê de neke, dê rastî pirsgirêkên mezin were.”

Omer Berzincî got: Şewitandina balyozxane û nûnertiyan ne di berjewendiya Iraqê de ye, li hemberê jî ya ku Swêd dike ne di berjewendiya wan de ye. Balyozê Swêdê neçar ma ku ji Iraqê derkeve.

Diyar kir jî, “nabe Iraq li hember vê kiryarê bêdeng bimîne, em ne tenê li ser xetê ne, lê Rêxistina Hevkariya Îslamî û hemû welatan ev kiryar şermezar kirine.”

Duhî endamên grûpa tundrew a bi navê “Welatparêzên Danîmarkî” li ber Balyozxaneya Iraqê li Copenhagen çapeke ji Qurana pîroz şewitand û di encamê de li welatên îslamî xwepêşandan derketin.

Beriya niha jî Selwan Momika, heman kesê ku di yekem roja Cejna Qurbanê de li ber Balyozxaneya Iraqê li Stockholmê çapeke ji Qurana pîroz û ala Iraqê şewitandibû, careke din kir.