Wezareta Derve ya Swêdê ji K24ê re: Em rê nadin şewitandina Quranê

Xwepêşandana welatiyên Îraqî li dijî şewitandina çapeke Quranê | 22 Tîrmeh 2023 | Wêne: MURTAJA LATEEF / AFP
Xwepêşandana welatiyên Îraqî li dijî şewitandina çapeke Quranê | 22 Tîrmeh 2023 | Wêne: MURTAJA LATEEF / AFP

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Swêdê dibêje, ew destûrê didin xwepêşandan û kombûnan, ne sivikatîkirin û şewitandina Quranê. Da zanîn jî, hejmareke kesên tundrew û provokator dixwazin derzê di navbera Misilman û nemisilmanên Swêdê de ferqekê çêkin, lê ew li dijî sivikatîkirina bi Quranê û pirtûkên din ên olî ne.

Wezareta Derve ya Swêdê bi riya “email” bersiva pirsên Kurdistan24ê derbarê encamên şewitandina çapeke Quranê û ala Iraqê li ber avahiya Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê, dersînorkirina Balyozê Swêdê li Bexdayê û pêwendiyên niha yên di navbera her du hikûmetan de da.

Penaberê Iraqî yê li Swêdê Salwan Momika ku di yekem roja Cejna Qurbanê (28.06.2023) de li ber Balyozxaneya Swêdê ya li Stockholmê çapeke ji Quranê û ala Iraqê şewitandin. Roja pêncşemê (20.07.2023) jî dîsa hewl da ku çapeke Quranê bişewitîne û sivikatî bi ala Iraqê û wêneyên çend kesayetiyên olî kir.

Li ser van kiryaran, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 20ê Tîrmeha 2023an daxwaz ji Balyozê Swêdê yê li Bexdayê kir ku ji Iraqê derkeve ku ev bersivek e ji bo careke din Hikûmeta Swêdê destûrê ji bo şewitandina Qurana Pîroz û şewitandina ala Iraqê nede.

Deqa pirsên Kurdistan24 û bersivên Wezareta Derve ya Swêdê:


Kurdistan24: Piştî ku we Balyozê xwe ji Bexdayê derxist, niha pêwendiya we bi hikûmeta Iraqê re heye?

Wezareta Derve ya Swêdê: Haya me ji daxuyaniya Hikûmeta Iraqê heye ku daxwaz ji Wezareta Derve kiriye ku Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê vekişîne û daxwaz ji Balyozê Swêdê kiriye ku ji Bexdayê derkeve. Balyozê Swêdê niha li Stockholmê ye. Em bi rayedarên Iraqî re di pêwendiyê de ne û hevdîtinên me berdewam dikin.

Roja Pêncşemê (20.07.2023) Wezîrê Derve yê Swêdê daxuyaniyek da û got, Hikûmeta Swêdê bi tundî karên nerewa yên çend kesan ku di dema xwepêşandanan de kirine, şermezar dike. Hikûmeta Swêdê gelekî nîgeran e ku hejmareke tundrew û provokator dixwazin di navbera Misilman û nemisilmanên Swêdê de derzekê çêkin.

Sivikatîkirina li Quranê yan jî pirtûkeke din ya pîroz, kiryareke êrîşkarane, bêrêz û provokasyoneke eşkere ye. Li Swêdê cihê nîşandana nijadperestî, tirsa ji biyaniyan û kiryarên bi vî rengî nîne.

Kurdistan24: Hikûmeta Swêdê dê careke din destûrê bide şewitandina Quran û ala Iraqê?

Wezareta Derve ya Swêdê: Deshilatên me serbixwe ne û biryarên serbixwe didin. Desthilatdariya polîs destûrê dide kombûnên giştî, lê rê nade ku sivikatîkirin li Quranê an pirtûkeke din a olî were kirin.

Destûra lidarxistina xwpêşandanan di yasaya giştî ya Swêdê de hatiye birêkxistin. Desthilatdariya Polîsa Swêdê jî lêkolînê li ser daxwaznameyên ji bo destûra xwenîşandanan dike.

Kurdistan24: Hûn ê ew kesê ku Quran şewitandiye (Selwan Momika) radestî hikûmeta Iraqê bikin?

Wezareta Derve ya Swêdê: Em nikarin bersiva vê pirsê bidin. Hûn dikarin vê pirsê ji aliyên pêwendîdar ên Swêdê bikin.

 

 

Fly Erbil Advertisment