Li Tirkiyê tendirustkar banga başkirina şert û mercên karê xwe dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karmendên tendirustiyê banga başkirina şert û mercên karê xwe dikin.
Bi pêşengtiya 21 sazî û sendikayên tendirustiyê, li seranserê Tirkiyê çalakiyên rawestandina kar bi rê ve diçin û karmendên tendirustiyê îro û sibe naçin ser kar.
Li Diyarbekirê jî karmendên tendirustiyê neçûne ser kar û endamekî Sendikaya Kedkarên Tendirustiyê (SES) dibêje, ev çalakiya wan hişyariyek e û dê roja 10ê mehê de çalakiyeka xwe mezintir bikin.
Endamê SESê Yaqûb Ozbey got jî, ew bi vê çalakiyê rabûne, ji ber başkirina şert û mercên wan ên kar wek tendirustkaran û herwiha rewşa nexweşan jî.
Yaqûb Ozbey da zanîn jî, tendirustkar ji bilî başkirina rewşa kar, daxwazên wan ên başkirina mûçeyê û daxistina rêjeya bacan jî hene.