Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Iraqê dike

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê di nîvê duyem ê vê mehê de bi serdanekê dê bigihe Iraqê.

Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê di nîvê duyem ê vê mehê de bi serdanekê dê bigihe Iraqê.

Îro Pêncşemê 3ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên pêşwazî li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Ali Riza Guney kiriye û di hevdîtinê de bihêzkirina pêwendiyên navbera her du welatan û pêşxistina wan ji bo berjewendiyên dualî yên navbera her du gelên Iraq û Tirkiyê gotûbêj kirine.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê amaje bi wê yekê kiriye, her du aliyan behsa serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo Iraqê di nîvê duyem ê vê mehê de gotûbêj kirine.

Ehmed Sehaf eşkere kiriye, Wezîrê Derve yê Iraqê ragihandiye ku Iraq ber bi avakirina jîngehek ji bo rakişandina veberhênana biyanî gav diavêje, her wiha tekez kiriye ku Tirkiye roleke girîng di proseya avakirina Iraqê de hebûye.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê dubare kiriye ku welatê wî dixwaze hemû mijarên rawestandî yên navbera her du welatan çareser bike, her wiha gotiye, di siberojê de pêşketineke baş di navbera her du welatan de dê rûbide.