Rojnameyeke Tirkî: Proseya vegerandina penaberên Sûrî dê bileztir bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameyeke nêzikê hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne, piştî du mehên din dê vegerandina penaberên Sûrî bo welatê wan bileztir bibe.

Abdulkadîr Selviyê nivîskarê rojnameya Hurriyetê ku yek ji nivîskarên nêzikê hikûmeta Tirkiyeyê ye, di quncika xwe ya îro de eşkere kir, Enqere gelek rijd e ku penaberên Sûrî vegerîne welatê wan û piştî meha Cotmehê vegerandina penaberan dê bileztir bibe.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan meha borî ragihandibû, zêdetir ji milyonek penaberên Sûrî bo navçeyên ku di bin kontrola arteşa Tirkiyeyê de ne hatine vegerandin û ew dixwazin vê hejmarê zêdetir bikin.

Ev yek di demekê de ye, hikûmeta Tirkiyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî. Çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.

Duhî jî penaberên ku hatine vegerandin di bangewaziya mirovahî de bang li aliyên pêwendîdar, encûmenên xwecihî, rêxistinên mirovî û dezgehên xêrxwaziyê kirin ku bi hawara wan ve werin.

Penaberên vegerandin gotin: “Em kesên ku ji du mehan ve bi darê zorê ji Tirkiyê bo herêma Girê Sipî hatine vegerandin, bang li we dikin ku bi awayekî bikez navendên hewandinê ji bo penaberên bêwar ên li kolanên Girê Sipî mane vekin û bi pêwîstiyên herî bingehîn ên jiyana mirovan amade bikin.

Her wiha di bangewaziyê de hat gotin: “Em niha li kuçe û kolanên Girê SIpî ne û ti cihek nîne ku me ji germa rojê û sermaya şevê biparêze.”

Fly Erbil Advertisment