Rênimayên cîbicîkirina yasaya budceya Iraqê hat belavkirin

Hewlêr (K24) – Rênimayên cîbirîkirina yasaya budceya Iraqê ji bo sê salên bê (2023, 2024 û 2025) di rojnameya fermî ya Iraqê de hat belavkirin.

Îro Duşemê 7ê Tebaxa 2023an, Rojnameya Weqaî ya Iraqê ku Wezareta Dadê ya Iraqê der dike, rênimayên cîbicîkirina yasaya budceya Iraqê belav kir û tê de hatiye, li gor rênimayan, divê hêsankarî ji bo cîbicîkirina yasaya budceya giştî ya Iraqê bo salên 2023, 2024, 2025 were kirin.

Jêderekî ji Kurdistan24ê re ragihand, ligel belavbûna rênimayên yasaya budceyê, sibe sêşemê Wezareta Darayî nivîs ji bo hemû wezarat û parêzgeh û Herêma Kurdistanê re dişîne ku kar ji bo birgeyên yasaya budceyê bikin.

Her îro Dadgeha Federalî li ser giliya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar da ku hin xalên yasaya bûdceya federalî ya salên 2023, 2024 û 2025an nedestûrî ne.

Dadgeha Bilind a Federalî îro 7ê Tebaxa 2023an derbarê dosyaya hejmar (168/Federal/2023) ku tê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li dijî madeyên yasaya hejmar (13) ya sala 2023 (Bûdceya Giştî ya Federalî ya Komara Iraqê bo salên darayî (2023, 2024, 2025) de vekiriye, civiya.

Di civînê de, Dadgeha Bilind a Federalî gotina “bi erêkirina Serokwezîrê Iraqê” ku di xala yekem a madeya 11 a yasaya bûdceyê de hatiye, bi nedestûrî zanî.

Dadgehê her wiha biryar da ku gotina “Dema Encûmena Nûnerên Iraqê nekarî biryara pêwîst bigire” jî ne destûrî ye.