Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê îro serdana Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar îro pêncşemê serdana Herêma Kurdistanê dike.
Hatina Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê bo Herêma Kurdistanê di demekê de ye, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro barbangê gihîşt Hewlêrê û biryar e ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar pêr 22ê Tîrmehê li Enqerê bi Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayyan Abdulxenî re hevdîtin pêk anîbû û derbarê hinardekirina petrolê de gotûbêj kiribûn.
Her du aliyan tekez kirin ku piştî kontrolkirin û çakkirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ku piştî erdheja 6ê Sibata 2023an zirar dîtibû, girîng e ku di zûtirîn dem de hinardekirina petrolê dest pê bike.