Girtina ava çemê Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve ziyan gihandiye cotkaran

Çemê Zêyê Biçûk
Çemê Zêyê Biçûk

Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetirî du hefteyan e Komara Îslamî ya Îranê ava çemê Zêyê Biçûk li bendava Serdeştê bi temamî li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê girtiye.

Girtina çemê Zêyê Biçûk bandoreke neyînî li bendava Dûkanê kiriye û ava bendava Dûkanê her 24 demjimêran, 8 santîmetreyan dadikeve.

Îran ji sala 2017an ve bêyî ku vegere Iraqê, ava çemê Zêyê Biçûk girtiye, lê heta niha Iraqê hewleke kêm ligel Îranê nedaye ku ava çemê Zêyê Biçûk û avên din ên ji Îranê ber bi Herêma Kurdistanê û ji wir jî derbasî Iraqê dibe, bê berdan.

Girtina çemê Zêyê Biçûk ji aliyê Îranê ve û kêmbûna avê, îsal metirsî li ser cotkaran dirust kiriye. Cotkar jî dibêjin: “Heger kêmbûna avê bi vî awayî berdewam bike, em ê neçar bibin dest ji karê xwe berdin û zirarê bibînin.”

Di vê derbarê de cotkarê navçeya Çomî Xas a Qeladizê, Ebdullah Hesen dibêje: “Ji ber kêmbûna avê beşek ji berhemên me hişk bûne.

Berî du hefteyan berê hişyarî bo welatiyan dihat dayî ku ji ber bilindbûna ava çem û metirsiya xeniqandinê, xwe nêzî qeraxên çem nekin, lê niha av di çem de kêm bûye ku bi pêyan tê derbaskirin.

Rêveberê Bendava Dûkanê Endazyar Koçer Cemal ji K24ê re ragihand: “Nêzîkî du hefteyan e asta avê ji aliyê Îranê ve hatiye girtin. Rêjeya ava gola Dûkanê rojane 8 santîmetreyan dadikeve. Eger girtina avê bidome, dê zêdetir kêm bibe.”

Komara Îslamî ya Îranê ji sala 2017an ve bendava Koleseyê li Serdeştê xistiye kar û ji wê demê ve bêyî ku vegere Iraqê, avê li ser Herêma Kurdistanê û Iraqê digire.

Her çend e ku Iraq ji aliyê cîranên xwe ve tûşî kêmbûna avê bûye, lê heta niha gotûbêjên cidî bi Îranê re ji bo berdana ava pêwîst di çemê Zêyê Biçûk û çavkaniyên din, dest pê nekiriye. Ev di demekê de ye, Iraq li ser ava çemê Dîcle û Feratê ku rasterast diherike Iraqê, bi berdewamî bi Tirkiyê re di nava danûstandinan de ye.

Fly Erbil Advertisment