Şaxewan Ebdullah: Yasaya bûdceya Iraqê bi henaseyeke şovenîstî hatiye nivîsandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê di konferansa taybet veberhênan û geştiyariyê li Hewlêrê de ragihand, li gorî yasaya bûdceyê, tenê ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, divê Bexda mehane 750 milyar dînar bişîne.
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ji K24ê re ragihand, yasaya bûdceya Iraqê bi henaseyeke şovenîstî li dijî mafên Herêma Kurdistanê hatiye nivîsandin, ji ber ku li şûna ku projeyasaya darayî be, bi pirseke siyasî hatiye dorpêçkirin.
Got jî: Li gor yasaya bûdceya Îraqê, divê Bexda mehane 750 milyar dînar tenê ji bo mûçeyên karmendan bişîne, ev ji bilî budceya veberhênanê.
Derbarê rewşa Kerkûkê de jî Şaxewan Ebdullah got, hinek alî ku di nav wan de Kurd jî hene dixwazin bi teqekirina li hêzên ewlehiyê, xwepêşandanên aram ên Kerkûkê têk bidin û peyama Kurdên Kerkûkê jî nagihe.
Ev yek di demekê de ye, duhî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî derbarê siyaseta hikûmeta Iraqê li hember Herêma Kurdistanê de, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hikûmeta Iraqê siyaseta birçîkirinê li dijî gelê Herêma Kurdistanê dimeşîne.
Got jî: Hikûmeta Iraqê biryar daye ku mehane tenê 500 milyar dînar ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bişîne, lê hemberê pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 940 milyar dînar heye û tiştên ku hikûmeta Iraqê dişîne têra dabeşkirina mûçeyan nake.