Serokwezîrê Iraqê pesnê Herêma Kurdistanê dide
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser amadekariyên ji bo pêşwazîkirina ziyaretkarên Çileya Îmam Husên pesnê Herêma Kurdistanê dide.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser amadekariyên ji bo pêşwazîkirina ziyaretkarên Çileya Îmam Husên pesnê Herêma Kurdistanê dide.
Îro Çarşemê 6ê Îlona 2023an, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di konferanseke rojnamevanî de pesnê helwesta Herêma Kurdistanê da ji bo amadekarî û pêşwazîkirina ziyaretkarên Çileya Îmam Husên û piştevaniya ji bo birêveçûna merasîman.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir, beşdarbûna ziyaretkaran di vê boneyê de asteke bilind tomar kiriye, ku pêştir weke niha nebûye. Sûdanî eşkere kir, heta niha 22 milyon ziyaretkar beşdarî vê boneyê bûne.
Roja Sêşemê 15ê Tebaxa 2023an, Serokê Lijneya Bilind a Amadekariyan Mesûd Batêlî ji Kurdistan24ê re diyar kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina ziyaretkarên Şîe, lijneyeke bilind ji hemû wezaret û aliyên pêwendîdar pêk aniye û karên wan dest pê kiriye.