Wezîrê Derve yê Avusturya îro serdana Iraqê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg îro Duşemê bi serdaneke fermî digihe Iraqê.
Berdevkê Wezareta Derve yê Iraqê Ehmed Sehaf ragihand, Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg dê îro serdana Bexdayê bike û balyozxaneya wî welatî li Bexdayê veke.
Sehaf da zanîn jî, Wezîrê Derve yê Awusturya di çarçoveya serdana xwe ya bo Iraqê de, dê ligel her sê serokatiyên Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bicive.