Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê: Nabe pirsa budce û mûçe bi lîstikên siyasî re were tevlîhevkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê derbarê neşandina bûdce û mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve radigihîne: “Pêwîst e mijara bûdce û mûçe bi ti awayî bi lîstikên siyasî re neyê tevlihevkirin û nabe karmendên Herêma Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî.”
Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, “Herêma Kurdistanê qewareyeke destûrî ye û li gorî yasayê erk û mafên darayî yên darayî hatine diyarkirin. Pêwîst e weke herêmeke federalî serederî pê re were kirin, bi taybetî babeta bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê, ku nabe bi lîstikên siyasî re were tevlihevkirin û nabe karmendên Herêma Kurdistanê bibin qurbaniyên nakokiyên siyasî.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em di Sendîkaya Aborînasên Kurdistanê de, li dijî siyaseta cudaxwazî û cîbicînekirina destûr û yasaya bûdceya Iraqê û xwevedizîna ji sozan in ku niha dûr ji berjewendiyên hevpar, destûr û yasayê, kemîneyek di nav aliyên siyasî yên Iraqê de û kesên di hikûmeta Iraqê de hene wê peyrew dikin, mûçe û debara xelkê kirine kart û zextên siyasî ji bo ajanda û armancan li dijî Kurdan bikar tînin.
Amaje bi wê jî kir: “Birîn û neşandina pişka herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê ji aliyê Hikûmeta Iraqa Federal ve, bi lîstikeke siyasî re hatiye tevlîhevkirin, ev ji bilî dorpêçkirin û birçîkirina gelê Kurdistanê, nayê ti wateyeke din.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Em wek Sendîkaya Aborîzanên Kurdistanê piştevaniya hemû danûstandin û têgihîştina di navbera her du hikûmetên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de dikin û daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê jî dikin ku hemû hêz û şiyanên xwe ji bo parastina maf û şayesteyên darayî yên mûçexwarên Kurdistanê bikin yek, rê nedin ti kes û girûp zirarê bigihînin mûçe û debara xelkê Kurdistanê, gefê li qewareya Herêma Kurdistanê bixwin û pêwendiyên di navbera Herêm û Iraqê de bi awa û şêwazên cuda têk bidin.”