Erdogan û Netanyahu pêwendiyên dualî û derfetên hevkariyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye ji Îsraîlê dixwaze di sektora enerjî, teknolojiya û ewlehiya saybirî de xebatên hevbeş bikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu duhî li New Yorkê li Mala Tirkî civiyan.

Derbarê naveroka hevdîtina her du serokan de, Serokkomariya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, di civînê de bûyer û pêşhatên navçeyê û navdewletî, pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê û pirsa Îsraîl û Filîstînê hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Erdogan ji Netanyahu re gotiye, Tirkiye dikare digel Îsraîlê li ser sektora enerjî, teknolojiya û asayîşa saybirî xebatên hevbeş bike.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktarê ku beşdarî civînê bûbû got: “Di civînê de derfetên hevkariyê yên di warê enerjiyê de, bi taybetî di warên wekî lêgerîn, hilberîn û bazirganiya gaza siruştî de, hatin gotûbêjkirin.”

Tirkiye ji sala 2020an ve hewla asayîkirina pêwendiyên bi welatên Rojhilata Navîn re dide û bi Misir, Îmarat, Îsraîl û Erebîstana Siûdî re dest bi înîsiyatîfê kiriye.
 

Biryar bû Benyamîn Netanyahu di 28ê Tirmehê serdana Tirkiyê kiriba, lê bi hinceta ku nexweş e serdana xwe hilweşandibû.