Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Hemû alîkariyên pêwîst pêşkêşî birîndarên karesata Bexdîdayê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana birîndarên qezaya Baxdiyê (Hemdaniyê) kir û beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê bû û ragihand, “Pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst dubare dikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê (30.09.2023) li ser tora civakî ya X (Twittera berê) peyamek belav kir û tê de ragihand, “Min serdana birîndarên şewata li Bexdîdayê (Hemdaniyê) kir û hêviya başbûnê ji wan re xwest û pêşkêşkirina hemû alîkariyên pêwîst dubare kir.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Herwiha ez beşdarî merasîma şîna qurbaniyên wê karesatê bûm û sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên wan kir.”
بريندارانى کارەساتی ئاگركەوتنەوهى بەخدێدا (حەمدانییە)م بهسهركردهوه و هیوای زوو چاکبوونەوەم بۆ خواستن و پێشکەشکردنی هەموو هاوکارییەکی پێویستم بۆ دووپات کردنەوە.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) September 30, 2023
هەروەها بەشداریم لە پرسەی قوربانییانی کارەساتەکە کرد و سەرەخۆشی و هاوخەمی خۆم بە بنەماڵەکانیان گەیاند. pic.twitter.com/gRiXoeJrNQ
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana birîndarên bûyera Hemdaniyê yên li Nexweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê kir, ji nêzîk ve rewşa wan şopand, hêviya başbûnê ji wan re xwest û careke din piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî û dermankirina birîndaran dubare kir.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro beşdarî merasîma şîna qurbaniyên şewata Hemdaniyê li bajarokê Enkawayê yê ser bi Hewlêrê ve bû û sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir.
Derengê şeva 26ê Îlona 2023an, li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.