Şêrzad Reşîd Kaka: Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê bipêş dikeve

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro sala nû ya xwendinê li dibistanên Kerkûkê dest pê kir û Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê dibêje: Sal bi sal perwerdeya Kurdî li Kerkûkê bipêş dikeve.

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kaka ji K24ê re ragihand, îro Yekşemê 1/10/2023, sala nû ya xwendinê li dibistanên Kerkûk bi sala nû ya xwendinê ya Iraqê re dest pê kir.

Got jî: Sal bi sal xwendina Kurdî li Kerkûkê ber bi pêş ve diçe û îsal jî hejmara xwendekarên pola yekem yên hatine wergirtin, li gorî sala borî zêdetir e.

Şêrzad Reşîd Kaka got jî: Rojane hejmarek ji xwendekaran ji dibistanên Erebî vedigerin dibistanên Kurdî

Destnîşan kir: “Di salên buhurî de, kêmasiya me di mîlak û pêdawîstiyan de hebû, herwiha astengî ji aliyê Wezareta Perwerdeya Îraqî ve dihatin drustkirin û dibistanên Erebî li taxên Kurdan vedikirin, ta ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê gelê kurd baweriya xwe bi perwerdeya kurdî qut bike, lê piştre Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû hêza xwe hat ser xetê û nêzîkî 1400 mamosteyên ku mûçeyên xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê werdigirin, erkdar kirin û bi bihayê 6 milyar dînar kelûpel û pêdawîstî ji dibistanên me re dabîn kirin.”

Meha borî jî Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê Şêrzad Reşîd Kaka ji K24ê re gotibû, niha zêdetir ji 100 hezar xwendekar, 535 dibistan û 42 baxçeyên zarokan ên Kurdî hene.

Fly Erbil Advertisment