Baskê Kamil Hacî Elî ji Tevgera Îslamî cuda bû û partiyeke nû ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) – Baskê Kamil Hacî Elî cudabûna xwe ji Tevgera Îslamî li Kurdistanê ragihand û partiyeke nû bi navê “Tevgera Pêwendî Îslamî ya Kurdistanê” ragihand.
Endamê Serkirdatiya Tevgera Îslamî ji baskê Kamil Hacî Elî, Goran Nûrî îro 3ê Cotmeha 2023an danê sibê di civîneke rojnamevaniyê de cudabûna baskê xwe ji Tevgera Îslamî li Kurdistanê ragihand.
Goran Nûrî got: “Em ê hemû rêkarên yasayî ji bo tomarkirina Tevgera Pêwendî Îslamî ya Kurdistanê weke partiyeke fermî li Iraq û Herêma Kurdistanê pêk bînin.
Biryar bû roja 30î Îlona borî Kongreya Îslamî ya Kurdistanê bihata lidarxistin, lê ji ber temamnebûna rêjeya yasayî, kongre bo îro hate paşxistin û eger rêjeya yasayî temam bibê, dê îro li bajarê Silêmaniyê were lidarxistin.
Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz beriya destpêkirina kongreya partiya xwe li Silêmaniyê got: “Ti kes nikare kesekî neçar bike ku bîne nava partiyê yan jî kesekî ji partiyê dûr bixe.”
Îrfan Elî Ebdulezîz tekez kir jî, dê îro kongreya wan were lidarxistin.
Nakokî çawa derketin?
Nêzîkî du salan e di navbera baskê Îrfan Elî Ebdulezîz û baskê Kamil Hacî Elî de nakokî heye. Tevgera Îslamî ya Kurdistanê roja 05.02.2022ê li Hewlêrê 12emîn kongreya xwe lidar xist û tenê Kamil Hacî Elî bû namzedê serkirdayetiya tevgerê, lê nekarî zêdetirî nîvê dengan bidest bixe. Ji ber vê yekê Tevgera Îslamî ragihand ku Îrfan Elî Ebdulezîz weke Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dê berdewam be. Paşê Kamil Hacî Elî nerazîbûn nîşan da û roja 3ê Cotmeha 2022an di civîneke rojnamevanî de got ku ew rêberê tevgerê ye û karê kongreyê hatiye binpêkirin.