Îrfan Elî Ebdulezîz weke Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî hat hilbijartin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di kongreya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê de, Îrfan Elî Ebdulezîz weke Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê hat hilbijartin.
Îro kongreya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin. Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, Îrfan Elî Ebdulezîz bi 983 dengan weke Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê hat hilbijartin.
Îrfan Elî Ebdulezîz û Kamil Hacî Elî ji bo serokatiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê namzed bûn. Piştre Kamil Hacî Elî û hejmarek ji serkirdeyên Tevgera Îslamî cuda bûn û partiyeke din bi navê Tevgera Pêwendî ya Îslamî ya Kurdistanê ragihandin.
Nêzîkî du salan e di navbera baskê Îrfan Elî Ebdulezîz û baskê Kamil Hacî Elî de nakokî heye. Tevgera Îslamî ya Kurdistanê roja 05.02.2022ê li Hewlêrê 12emîn kongreya xwe lidar xist û tenê Kamil Hacî Elî bû namzedê serkirdayetiya tevgerê, lê nekarî zêdetirî nîvê dengan bidest bixe. Ji ber vê yekê Tevgera Îslamî ragihand ku Îrfan Elî Ebdulezîz weke Serokê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê dê berdewam be. Paşê Kamil Hacî Elî nerazîbûn nîşan da û roja 3ê Cotmeha 2022an di civîneke rojnamevanî de got ku ew rêberê tevgerê ye û karê kongreyê hatiye binpêkirin.