Peyama pîrozkirinê ya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Bi helkefta cejna Cemayê, ez gerimtirîn pîrozbahiyan arasteyî rêzdaran Mîrê Êzidiyan û Baba Şêxî û civata rohanî û tevaya xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hîvîdar im rojên cejnê bi xêr û xweşî û tenahî derbaz bikin.

Bi vê helkeftê em dîsa tekezê dikin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser piştevaniya maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî berdewam be.

 

Cejna Cemayê li hemiyan pîroz be û hertim di xweşiyê de bin.

 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

06ê Cotmeha 2023ê

Fly Erbil Advertisment