Peyama pîrozkirinê ya serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan

Bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê peyameka pîrozkirinê parve kiriye, têde tekez li ser piştevanîkirina li maf û daxwaziyên xûşk û birayên Êzidî kiriye.
Deqê peyama Nêçîrvan Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê, bi helkefta cejna Cemayê ya Êzidiyan:
Ez cejna Cemayê li hemî xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê, Îraqê û li her dereka cîhanê bin bi germî pîroz dikim. Ez hîvîdar im cejn û bêhinvedaneka aram û tena biborînin û cejn û helkeftên bihên ji bo me hemiyan di rewşeka baştir de vegerin.
Di vê helkeftê de, em careka dî hemî xûşk û birayên xwe yên Êzidî piştrast dikin ku em dê wek herdem piştevanên maf û daxwaziyên wan bin û kar û bizavên me yên rizgarkirina revandiyên Êzidî dê her berdewam bin, herwesa Kurdistan ji bo hemî pêkhatên wê yên olî û neteweyî dê her bimîne welatê pêkvejyanê.
Cema li hemiyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
2023/10/6