Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Konsulê Giştî yê Ermînyayê kom bûn

Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Arşak Manokiyan, Konsulê Giştî yê Ermînyayê li Herêma Kuristanê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Arşak Manokiyan, Konsulê Giştî yê Ermînyayê li Herêma Kuristanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro roja Şemê, 7ê Cotmeha 2023ê, Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Arşak Manokiyan, Konsulê Giştî yê Ermînyayê li Herêma Kuristanê kom bûn.

Li gorî ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Arşak Manokiyan, Konsulê Giştî yê Ermînyayê li Herêma Kurdistanê bi helkefta bidawîhatina erkê xwe serdana Serokwezîrî kiribû.

Di wê hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Ermînyayê kir ji ber ku di wê heyamê de wî li Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên dualî xebat kiriye û daxwaza serkeftinê jî ji bo wî kir.

Konsulê Giştî yê Ermînyayê jî ji aliyê xwe ve rêz û spasiyên xwe ji bo dezgehên peywendîdar ên Hikpmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin ji ber arîkarî û piştevaniyên wan di dema karkirina wî de.