Serokwezîrê Îraqê gehişt Moskoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê ragehand, îro roja Sêşemê, 10ê Cotmeha 2023ê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdaneke fermî gehişt Moskoya paytexta Rûsyayê.
Peyamnêrê K24ê Xoşewî Ehmed li Moskoyê ragehand, îro seet 9:45 ê sibê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ku di eynî demê de şandiyê Serokê Rûsyayê ye ji bo karûbarên Rojhelata Navîn, pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.
Amaje da wê yekê jî, pêştir Berdevkê Kirimlînê Dmitry Peskov ragehandibû, di roja yekê ya serdana xwe ji bo Moskoyê de, Sûdanî dê li Koçka Kirimlînê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re rûne û dê li ser ewlehiya deverê û enerjiyê û lojistîkê biaxivin.
Herwesa peyamnêrê me got: Piştî 11 salan ev cara yekê ye Serokwezîrê Îraqê serdanan Rûsyayê dike, serdana wî jî bi vexwandina fermî ya Putinî bûye, ji bo danûstandinan li ser çend pirs û mijarekan. Yek ji wan mijarên giring jî pirsa enerjiyê ye, ku du kompaniyên mezin ên Rûsyayê (Gazprom û Rosneft) li Herêma Kurdistanê kar dikin. Niha jî ji ber rawestandina nefta Herêma Kurdistanê wan kompaniyan zirareke mezin dîtiye, lewma danûstandin dê li ser wan mijaran jî bê kirin.