Cotkarên Topzawayê: Desthilatdarên Kerkûkê alîkariya kesên dixwazin axa me dagîr bikin dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerên cotkarên gundê Topzawayê yê Kerkûkê radigihînin, “Kesên li Kerkûkê desthilatdar in, alîkariya wan kesên ku dixwazin axa me dagir bikin, dikin.”

Nûnerên cotkarên Kurd û Tirkmenan ên Topzawayê di konferanseke rojnamevanî de bi amadebûna Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê lidar xistin.

Yek ji nûnerên cotkarên Topzawa got: Axa ku ji sala 1970’an ve li Kerkûkê hatiye dagîrkirin, axa Kurdan û Tirkmenan e. Yên li Kerkûkê desthilatdar in alîkariya kesên ku dixwazin axa me dagir bikin, dikin.

Herwiha got: “Em ji rola nûnerên xwe yên di Komîteya Madeya 140 û Parlamentoya Iraqê de nerazî ne, ji ber ku hewlên wan lawaz in û ti belgeyek dilxweşker bidest me neketiye.”

Nûnerê cotkarên Topzawayê got: “Piraniya biryarên ku li Kerkûkê hatine dayîn, ne di berjewendiya me de ye.” Herwiha tekez kir jî: “Doza me ne tenê çandinî ye, lê belê pirsa xelkê ye.”

Serokê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan, îro bi nûnerên cotkarên Topzawa re civiyabû.

Fehmî Burhan da zanîn, wan di civînê de wan behsa pirsgirêkên cotyaran kirin û cotkaran yadaştnameyek bi hemû kêşe û astengiyên xwe pêşkêş kirin û wî jî soz piştevaniyê da cotkaran.

Gundê Topzawa dikeve başûrê Kerkûkê û xelkê wê Kurd in. Rêjîma Beis a Iraqê di dema xwe de, zeviyên cotkarên Kurd li gundê Topzawa û gundên ên Kerkûkê ji wan standin û dan Ereban.

Piştî rûxandina rêjîma Beis jî, cotkarên Kurd vegeriyan ser zeviyên xwe û çandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, careke din Erebên Hawerde hewl didin dest deynin ser zeviyên Kurdan.

 

Fly Erbil Advertisment