Mikhail Bogdanov ji K24ê re: Berjewendiyên me yên hevbeş bi Iraqê re hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand: “Bi Iraqê re berjewendiyên me yên hevpar hene û divê ji bo berjewendiya gel û rewşa siyasî û civakî ya welatên me hevahengiyê bikin.”
Mikhail Bogdanov ji K24 re ragihand, “Bi Iraqê re em dikarin bi hevparî û têgihîştin pirsgirêkan bi awayekî avaker derbas bikin û çareser bikin.
Herwiha got: “Berjewendiyên me yên hevpar bi Iraqê re hene û divê em hevahengiyê ji bo berjewendiya gel û rewşa siyasî û civakî ya welatên xwe bikin.”
Nûnerê taybet ê Vladîmîr Putîn dibêje: “Mihemed Şiya Sûdanî duh bi serdaneke fermî gihişte Moskoyê, bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re civiya û îro di civîna Hefteya Enerjiyê ya Moskoyê de bû mêvanê sereke.”
Bogdanov got: “Xweşbextane ezmûneke gelek erênî di navbera me û Iraqê de heye ku sûdê jî werdigirin ji bo di warê enerjiyê de zêdetir kar kirin, ji ber ku kompaniyên me yên petrolê nêzîkî 20 milyon dolar di karên xwe de ji bo aboriya wî welatî li ser bingeha berjewendiya hevpar sermaye kirine, ez bawer dikim ku Iraq û Herêma Kurdistanê dê bigihin hevtêgihiştinekê ku kompaniyên me li wir kar bikin.”
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro li Hefteya Enerjiyê ya Rûsyayê (REW) li Moskoyê de got: “Îraq amade ye ku hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê re ji nû ve dest pê bike.
Herwiha Sûdanî got: “Emê di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê ji bo dubare hinardekirina petrolê. Ev jî dê di çarçoveya pabendbûna Iraqê di OPEC û OPEC Plusê de dibe.”
Got jî: “Hinardekirina petrolê ji ber biryara dadgeha navdewletî ya Parîsê û û erdheja li Tirkiyeyê hatibû rawestandin, lê di van demên dawîn de Tirkiyeyê ji me re ragihand ku xeta boriyê ji bo hinardekirina petrolê amade ye.”