Viyan Sebrî: PDK li ser sereraskirina yasaya bûdceyê rijd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê ragihand, ew rijd in ku yasaya bûdceyê were sererastkirin, ji bo pişka Herêma Kurdistanê bi temamî were şandin.
Seroka Fraksiyona PDKê Viyan Sebrî ji K24ê re ragihand, çend xal di yasaya bûdceyê de hene ku li dijî Herêma Kurdistanê ne, Fraksiyona PDKê jî razî nebû ku bi vî awayî were pesendkirin, ji ber wê jî PDK li ser sererastkirina yasaya bûdceyê rijd e.
Roja 15ê Îlona borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê serdan û hevdîtinên xwe ya ji bo Bexdayê de ragihandibû, wan du pêşniyar, yek demdirêj û ya din jî demkurt pêşkêş kirine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, ew pêşniyara demdirêj girêdayî yasaya bûdceyê û sererastkirina çend xal û bendên wê ye, ku dê demek zêdetir bixwaze û ew ê di pêşerojê de gotûbêjan li ser bikin.
Viyan Sebrî herwiha got: “Em dixwazin pişka Herêma Kurdistanê ji xerciyên rasteqîne were cudakirin û li ser dahata giştî ya Iraqê were xerckirin.”
Seroka Firaksiyona PDKê got jî, ji bilî mûçeyên sê mehên yên ku Iraq ji Herêma Kurdistanê re dişîne, divê hikûmeta Iraqê mûçeyên du mehên din jî ji Herêma Kurdistanê re bişîne.