Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê: Ji bo rûbirûbûna madeyên hişbir xebateke hevpar pir girîng e

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Amerîka li Hewlêrê Mark Straw ragihand, Em li Iraq, Herêma Kurdistanê, Urdin û Lubnanê ji bo kêmkirina bikaranîna madeyên hişber dixebitin.

Mark Straw di konferansa Rûbirûbûna Madeyên Hişberê li Hewlêrê de got: “Me stratejiya xwe ya li dijî madeyên Hişbirê di Hezîrana sala borî de ragihand.”

Diyar kir jî: “Di vê stratejiyê de, me çar hewldanên girîng dane pêş xwe, ji bo piştgirîkirina yasa û lêpirsînê, cezakirina madî û yasayî. Her wiha alîkariya saziyên herêmî û belavkirina hişmendiyê dikin.”

Konsulê Amerîka li Hewlêrê got: “Em di du aliyan de dixebitin. Em niha alîkariya Lubnanê dikin, ji ber ku ew di şerê li dijî maddeyên hişbir de di rêza pêşîn de ye.”

Herwiha got jî: “Em alîkariya hêzên ewlekarî yên Urdinê dikin, ji bo parastina sînorên xwe li hember madeyên hişber, da ku bandora wan madeyan li ser wî welatî kêm bikin.”

Straw da zanîn: “Wezareta Derve ya Amerîkayê nivîsgehek wê heye, ji bo rûbirûbûna madeyên hişber û nehiştina bikaranîna wê, herwiha alîkariya bikarêneran jî dikin, ji bo vegerin ser jiyana xwe ya asayî.”

Da zanîn jî: “Ev gefek ji derveyî sînoran e. Ev toreke ji 17 welatên cîhanê ye ku ji Asyayê derbasî Amerîka û Ewropayê dibe. Lewra karê me bi hev re pir girîng e.”

Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê ragihand jî: “Em bi Iraq û HSDê re kar dikin, ji bo rûbirûbûna rêjîma Esed, Hizbullah û hevkarên wan ên din di bazirganiya madeyên hişbir de, bibin.”

 

Fly Erbil Advertisment