Amarên nû yên kuştiyên Filistîn û Israîlê hatin ragehandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara kuştiyên Filistînê ji ber êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 2329 kesan û hejmara birîndaran jî gehiştiye 9042 kesan.
Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê ragehandiye ku hejmara kuştiyên Filistînê ji ber êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 2329 kesan, ji wan jî 700 zarok in.
Ji aliyekê din ve, nivîsîngeha Serokwezîrê Israîlê ragehand, ji destpêka şerê Hemas-Israîlê heta niha, 1400 Israîlî hatine kuştin.
Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê di ragehandinekê de amaje da wê yekê, hejmara wan kesên ji ber êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzyê hatine kuştin ji hezar û 900 kesan derbaz bûye, di nav wan de jî 614 zarok û 370 jin hene. Hejmara birîndaran jî gehiştiye nêzî neh hezar kesan.
Herwesa li gor ragehandineke supayê Israîlê, ew kesên li Israîlê ji ber êrîşên Hemasê û komên çekdar ên Filistînê hatine kuştin gehiştiye di ser hezar û 400 kesan de, di nav wan de jî 200 serbaz hene.
Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekgirtî amaje bi wê yekê da ku zêdetirî 400 hezar kesan ji Kertê Xezzeyê aware bûne û koçkirina xelkê bakurê Kertê Xezzeyê ber bi deverên başûrî ve berdewam e. Amerîkayê jî ji bo Israîlê tekez kir û soz jî da ku di rûbirûbûna Hemasê de zêdetir arîkariyên serbazî pêşkêşî wan bike.
Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî. Li beranberî wê yekê, ev heftiyeke supayê Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.