Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wergirtiyên deverên Kurdistanî li xwandina bilind dê bê beranber bixwînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, daxwazkerên xwandina bilind li deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dê bê beranber li zanîngehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê bixwînin.
Wezareta Xwandina Bilind û Vekolînên Zanistî li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi edilandina pêncê ya rênimaya hejmar 11 ya sala 2023ê, a girêdayî xwandina bilind (Diploma Bilind, Master û Diktora), li zanîngehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê, belav kir ku daxwazkerên resen ên deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikarin ji bo sala xwandinê ya 2023-2024ê bê beranber berdewamiyê bidin xwandina xwe.
Hindek merc ji bo wergirtin û pejirandina wan xwandekaran hatine danan. Yek ji wan mercan jî ew e ku divê xwandekar bi delîl û belge biselimînin ku ew ji deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne.
Di eynî demê de li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, rênimaya Wezareta Xwandina Bilind û Vekolînên Zanistî tekez li ser wê yekê kiriye, xwandina daxwazkerên deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kuridstanê li zanîngehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê dê bê beranber û li ser kîstê zanîngehan be.
Wezareta Xwandina Bilind û Vekolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kuridstanê li 14 zanîngehên hikûmî, xwandina bilind (Diktora, Master, Diploma Bilind a dusalî ya pizişkî û Diploma bilind a yeksalî ya akademî) ji bo sala xwandinê ya 2023-2024ê ragehand, û li roja 12ê Xizîrana 2023ê, 15 hezar û 728 daxwazkeran ezmûnên şiyanên zanistî kirin.
Herwesa li roja 17ê Tîrmeha 2023ê, Civata Wezareta Xwandina Bilind biryar li ser çespandina encamên berahiyê yên piroseya xwandina bilind (Diploma Bilind, Master, Diktora) da, piştî ragehandina encaman ku ji aliyê zanîngrhan ve tên bicîanîn.
Pêştir jî Rêvebera Giştî ya Vekolîn û Perepêdanê li Wezareta Xwandina Bilind û Vekolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Jale Seîd, ji bo Kurdistan24ê ragehandibû, ji bo îsal tenê li zanîngehên hikûmî derfeta xwandina bilind heye. Herwesa wê gotibû, heft hezar û 614 kursî ji bo xwandina bilind hatine terxankirin.