Mesrûr Barzanî biryarek di berjewenda hersê yekemên danemezrandî de derxist

Serokwezîr Mesrûr Barzanî
Serokwezîr Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryarek di berjewenda hersê yekemên danemezrandî yên Herêma Kurdistanê de derxist.

Îro roja Duşemê, 16ê Cotmeha 2023ê, Berevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî, ragehandinek parve kir. Hewramanî  di wê ragehandinê de amaje bi wê yekê da ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser lêborîna bi rêjeya 100% ya kirêya xwandinê ji bo hersê yekemên danemezrandî razî bû ku ji bo xwandina masterê ya sala xwandinê 2023-2024ê hatine wergirtin”.

Hewramanî herwesa got. “Ev biryar piştî wê yekê hat ku pêştir bi rêjeya 100% lêborîn ji bo hindek ji wan derkeftibû, lê li qonaxa duyê ya wergirtina wan hindek mabûn, lewma daxwaza wan ji aliyê serokwezîrî ve hat wergirtin û niha hat bicîanîn”.

Fly Erbil Advertisment