Peyamnêrê K24ê: Di rûdaneke teqekirinê de du kes li Brûkselê hatin kuştin
Brûksel (K24) – Peyamnêrê K24ê li Brûkselê ragehand ku rûdaneke teqekirinê li Brûksela paytexta Belçkayê çê bû. Di wê rûdanê de, du kes hatin kuştin.
Li gor zanyarên Peyamnêrê K24ê, Barzan Hesen, di rûdana teqekirinê ya Brûkselê de, du kes hatin kuştin ku xelkê Swêdê ne. herwesa tê zanîn ku sê kesên din jî birîndar bûne.
Li dû wan zanyarên ku bi dest peyamnêrê K24ê keftine, teqekerî çoxkekê pirteqalî li xwe kiribû û matorsiklek pê re bû. Wî teqe kiriye û reviye.
Heta niha sedem û aliyên teqekirinê diyar nînin lê vekolînan di wî warî de dest pê kiriye.