Reuters: Supayê Amerîkayê li Îraqê du dron xistin xwarê

Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê
Bingeha Serbazî ya Eyn Esedê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê belav kiriye, serê vê sibehê supayê Amerîkayê li Îraqê êrîşeke asmanî şkand û du dron xistin xwarê.

Berpirsên Amerîkayê ji Reutersê re ragehandiye, serê sibeha îro roja Çarşemê, 18ê Cotmeha 2023ê, êrîşek şkandiye ku dixwast hêzên wan li Îraqê bikin armanc. Ew êrîş bi rêya du dronan hatibû kirin û berî ku armanca xwe bihingêvin, hêzên wan ew xistiye xwarê.

Li ser wî aliyê ku li pişt wê êrîşê bûye, berpirsên Amerîkayê ragehandiye ku heta niha xuya nîne ka çi aliyek li pişt wê êrîşê ye.