John Kirby: Joe Biden ji ber rûdana nexweşxaneya Xezzeyê tûre bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby ragehand, îro Serokê Amerîkayê li ser serdana xwe ya ji bo Israîlê berdewam dibe.

Berdevkê Civata Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby îro roja Çarşemê, 18ê Cotmeha 2023ê, ji rojnamevanan re ragehand, Joe Biden dê bi Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu re li Televîvê kom bibe. Wî amaje da wê yekê jî, Biden di danûstandinên xwe yên bi Netanyahu û civata şerî ya Israîlê re “hindek pirsyarên giran” dike.

Kirby amaje da wê yekê jî, “hemî kes dixwazin bizanin di êrîşa ser nexweşxaneya Xezzeyê de çi qewimiye”. Herwesa “Joe Biden li beranberî rûdana wê nexweşxaneyê hest bi tûrebûnê dike. Herwesa tîma ewlehiya neteweyî xwe spartiye ku zanyaran kom bikin ji bo ku hûrkariyên êrîşa li ser nexweşxaneya Memadiyê li Kertê Xezzeyê bizanin”.

Behsa wê yekê jî kir, Biden di danûstandina xwe ya bi Netanyahu re behsa rewşa mirovî ya Xezzeyê dike, herwesa bi ronî dibêje ku dixwaze arîkariyan bişîne. Got jî, şandiyekê taybet ê Amerîkayê li deverê ye û rasterast bi Misirî û Israîliyan re diaxive. Ew yek jî ron kir, “em nêzî damezrandina çarçoveyekî ne ji bo gehandina arîkariyan ji Misirê bo Xezzeyê”.

Herwesa Kirby ragehand, “em geşbînin ku em dikarin hindek arîkariyan bînin nav Kertê Xezzeyê”.

Şeva borî supayê Israîlê bi rêya balafira şerî nexweşxaneya Memadiyê bombebaran kir, 500 kes kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar kirin.

Fly Erbil Advertisment