Komeke xelkî li Stenbolê êrîş kir ser xwaringeheke Mcdonald’sê
Ew êrîş ji ber piştevaniya xwaringehên McDonald’sê ji bo Israîlê hatiye kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber ku xwaringehên McDonald’sê li Israîlê piştevaniya xwe ji bo supayê wî welatî ragehand, komeke xelkî li Stenbolê êrîş kir ser tayekî wê brandê û zirareke zêde ya madî gehand wê.
Li çend welatekan bizav ji bo baykotkirina wan brandan tê kirin ên ku piştevaniya Israîlê dikin, yek ji wan jî McDonald’s e ku tayên wê li Israîlê piştevaniya xwe ji bo serbazên Israîlê diyar kir û ragehand, bi hezaran danên xwarinê bê beranber didin nexweşxaneyan û hêzên supayê Israîlê.
Wekî di wan vîdyoyan de xuya ye yên ku li torên civakî belav bûne, komeke xelkî li Stenbolê êrîşê dikin ser tayekî McDonald’sê û dergeh û pencerên wê dişkînin.
Piştî serhildana şerî, rêkxistinên mafên mirovan haydariyê didin ku mimkin e zêdetir tundûtîjî li beranberî Misilman û Cihûyan li deverên din ên cîhanê ser hildin.
Şerê navbera Hemasê û Israîlê li cîhanê karvedanên mezin li pey xwe anîne û li hindek cihan karvedan gehiştine êrîşkirinê û kuştinê jî. Yek ji wan karvedanan li Amerîkayê bû ku mêrekê 71 salî bi çeqokekê zarokekî Filistînî kuşt û babê wî jî birîndar kir. Herwesa li bajarê Eskenderiye yê Misirê du geştiyarên Israîlî û welatiyekî Misirî bi guleyan ji aliyê polîsekî ve hatin kuştin.