Rêjeya hejariyê li Kerkûkê bilind bûye

Kerkûk (K24) – Rêjeya hejariyê li Kerkûkê ber bi zêdebûnê ve diçe, rêveberiya Kerkûkê ya ferzkirî jî bi derxistin û hilweşandina dikanên wan, hejmareke mezin ji kasibkarên Kerkûkê bêkar kirine, ew ji reftarên berpirsên Kerkûkê dilgiran in û daxwaza çareseriyê dikin.

Li gorî amaran, zêdetirî 40 hezar welatiyên Kerkûkê, ji tora çavdêriya civakî mûçe werdigirin û zêdetirî 60 hezar kesên din jî serlêdan kirine, ev jî nîşan dide ku rêjeya hejariyê li wî bajarî di asteke bilind de ye.

Hin kasibkar zêdebûna hejarî û bêkariyê, bi hewlên rêveberiya Kerkûkê ve girê didin, ku rojane kampanyayên hilweşandina kargeh û dikanan dike.

Kasibkarekî Kerkûkê yê bi navê Husên Izedîn dibêje: “Rûbera dikana min biçûk e û min sê milyon dînar bac daye. Li gel ku av û elektrîka me pir xerab e, her sal gelek bac ji me distînin.”

Ji 16ê Cotmehê û vir ve serdegirtina kasibkaran û berhevkirina bacê ji wan zêde bûye. Bazara Pêşeweran, dikanên tayefiroşan, bazara Serpirdê û garaja Leylanê jî, mînakên zindî ne ku kasibkar nîgeran kirine.

Kasibkarê bi navê Îsmaîl Kerîm ji K24ê re got: “Ji me re dibêjin bazarê vala bikin û bar bikin, hemû kesên hejar li wir kar dikin, hinek ji wan rojane tenê 10 hezar dînar qezenc dikin.”

Bazirganekî din yê bi navê Îsam Hesen dibêje: “Em ji sala 1991ê ve li vê bazarê dixebitin. Niha dibêjin divê em wê derê vala bikin.”

Tevî hebûna petrolê û gelek dahatê li Kakûkê, lê welatî dibêjin ku wan ti sûdek ji petrolê nedîtiye, li şûna dilxweşiyê bûye ji wan re bûye serêşî û nexweşî û nizanin dahat jî bi ku ve diçe.

Fly Erbil Advertisment