Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ahenga derbazbûnê ya Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê hat kirin

Amadebûna Serowezîr Mesrûr Barzanî li nav ahenga serkeftiyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê
Amadebûna Serowezîr Mesrûr Barzanî li nav ahenga serkeftiyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derbazbûnê ya Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê hat kirin.

Îro roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ahenga derbazbûnê ya Zanîngeha Kurdistan - Hewlêrê hat kirin.

Di wê ahengê de, du xwendekaran bawernameyên diktorayê, 143 xwendekaran bawernameyên masterê û 137 xwendekaran jî bawernameyên bekaliryosê wergirtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro li nav ahenga serkeftiyên Borda Pizişkî ya Kurdistanî û ahenga serkeftiyên Korsê Polîsan ê Hewlêrê yên “Biserdegirtin û Dorpêşçkirin û Azadkirina Êxisîran” jî amade bû.

Fly Erbil Advertisment