Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamekê arasteyî mamostayan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de li nav merasîmên ahenga serkeftiyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê tekez li ser mafên mamostayan û dabînkirina mûçeyên wan kir. Herwesa wî daxwaz ji wan cihên heta niha dest bi piroseya xwandinê nekiriye kir ku vegerin nav polên xwandinê.
Roja Pêncşemê, 19ê Cotmeha 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li nav ahenga serkeftiyên Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê, behsa piroseya xwandinê û rolê mamostayan kir û ragehand, mafê mamostayan e li serê her mehekê mûçeyên wan bên dabînkirin. Herwesa wî ron kir, vemana mûçeyan sûça Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne û mamosta jî ne yekane tex in. Mûçeyên hemî fermanber û mûçexurên din jî vedimînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa giringiya rolê mamostayan kir û got, me rêzeke zêde ji bo erk û zehmetiyên mamostayan heye.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Federal re karekê baş ji bo dabînkirina mûçeyan û çarekirina arêşeyan bi rengekî bingehîn kiriye.
Herwesa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji mamostayên wan cihên heta niha dest bi piroseya xwandinê nekiriye kir, li destpêka heftiya bê vegerin navendên xwandinê û dîsa dest bi piroseya xwandinê bikin û nehêlin xwandina xwendekaran biçe, ji ber ku mûçeyên wan dê bên qerebûkirin, lê xwandin nayê qerebûkirin.
Di eynî demê de, Serokwezîrî spasiya rolê mamostayan kir û daxwaz ji wan kir ku erkê xwe yê mamostayî û berpirsatiyê bi cî bînin, di xizmeta gel û welatên xwe de bin, û rênîşanderên wan xwendekaran bin ku em neteweyeke xweragir in, û çi bi serê me bê em nahêlin piroseya xwandinê bisekine.