Guterres: Du milyon kes li Xezeyê azaran dikêşin

Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, António Guterres, di konfiransekê rojnamevanî de li Deriyê Refehê ragehand, du milyon kes li Xezeyê azaran dikêşin û bê xwarin û kareba û derman in.
Guterres amaje da wê yekê jî, lihevkirin çê bûye ji bo ku arîkariyên mirovî bigehînin Xezeyê, lê divê agirbesta mirovî jî bê ragehandin ji bo ku ew pirose bi hêsanî û bi silametî bê kirin.
Herwesa wî behsa wê yekê jî kir, li Xezeyê du milyon kes azaran dikêşin, av, kareba, xwarin, derman û sotemenî nînin, li bin bombebaranan in û pêdivî van tiştan in. Li vê derê, li Refehê, hejmareka barhelgiran ji avê û xwarinê û dermanan û sotemeniyan pir in. Em li bendê ne rêyê bidin wan ku biçin Xezeyê.
Herwesa got: Çavê me li wê yekê ye ku ev arîkarî bi zûtirîn dem bigehin welatiyên Xezeyê.
Wî tekez jî kir, Amerîkayê û Israîlê li ser wê yekê li hev kiriye ku ew arîkarî bigehin Xezeyê, lê hêşta gelek asteng hene û divê Misir û Israîl jî wê lihevkirinê bikin kiryar.
Wî ew yek jî berçav kir, em bi hemî aliyan re di hevahengiyê de ne ku arîkariyên mirov bigehin Xezeyê. Herwesa divê arîkarî berdewam bin û agirbesta mirovî bê ragehandin ji bo ku ev pirose bi hêsanî û bi silametî bê bicî anîn.
Hevahengîkarê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekgirtî, Martin Griffiths, îro ragehand ku sibe roja Şemiyê, 21ê Cotmeha 2023ê, karwanê yekê yê arîkariyên mirovî dê di Deriyê Refehê re bigehe Xezeyê.
Serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezeyê û komelgeha Cihûyan birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê.
Wekî bersiv ji bo êrîşa Bizava Hemasê, supayê Israîlê jî operasiyona Şûrê Asinî ragehand. Di encamê de, heta niha zêdetirî 3500 kesan li Kertê Xezeyê hatine kuştin û piraniya wan jî jin û zarok in. Hejmara birîndaran jî ji 10 hezar kesan derbaz bûye.
Îro roja Înê, 20ê Cotmeha 2023ê, Wezareta Tendirustiyê ya Israîlê ragehand ku ji ber şer û aloziyên navbera Hemas û Israîlê, heta niha 1400 Israîlî hatine kuştin û 4834 kes jî birîndar bûne.