Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Katolîkî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Katolîkî tê lidarxistin.
Di sêyem merasîma derçûna Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê de, 420 xwendekar dê bawernameyên lîsansê di warên cuda de werbigirin.
Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê di sala 2015an de hatiye damezrandin û ji heft kolêj û 11 beşên zanistî pêk tê.
Herwiha di 20ê Îlona 2023an de, kompanyaya Vision Education Pirtûkxaneya Vision li Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê vekir, ku tê de nêzîkî 20 hezar sernavên pirtûkan tê de hene, pirtûkxane ji 9 odeyên xizmetguzariyê û salona civînan pêk tê.