Mesrûr Barzanî: Hewlêr penageha bêwaran e û kesên berê xwe dane wê derfeta jiyanê ji wan re hebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di merasima derçûna xwendekarên Zanîngeha Katolîkî de gotarek pêşkêş kir û tê de got, Hewlêr bûye penagehek ji bo kesên bêwar. Herwiha tekezî li ser pêkvejiyan û xweşbîniyê ji bo parastina hemû pêkhateyan kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li xwendekarên derçû, mamosta, Desteya Emîndariya Zanîngeha Katolîkî û malbatên derçûyan kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dabînkirina alavên serketina ciwanan, piştgiriya wan dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li ser parastina pêkhateyan berdewam be û got: “Em her dem piştevaniya wan kesên ku xwe dispêrin me dikin. Em hertim tekeziyê li ser kûrkirina lêborîn û pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de dikin.”
Got jî: “Ev zanîngeh di demekî de hatiye avakirin ku di rojên me yên herî tarî de Xiristiyanî, Êzidî, Kurd, Misilman û pêkhete bi giştî ji deşta Neynewa û Şengalê hatine vê deverê. Hemû bi rûmet hatine pêşwazîkirin û Hewlêr bûye penageha bêdesthilatan.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Her kesê ku di wan salan de koçî vir kiribe, şansa wî hebû ku ji nû ve dest bi jiyanê bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Ev sazî ji bo me û we belgeya berxwedanê ye. Bi rêya vê saziyê jimareke ciwanên we xwendina xwe berdewam kirin û îro merasîna derçûna wan dikin.”
Got jî: “Bi baweriya min bi civaka heye ku li vir wek mînaka pêkvejiyanê hatiye avakirin. Kesên ji baweriyên cuda dikarin bi hev re bi serbilindî û bextewarî bijîn.”
Di beşeke din ya gotara xwe de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, Deşta Neynewayê ya dîrok, ku berberan hewl da dîroka wan a bi hezaran salan jinav bibin, lê ew biser neketin, derçûnên îro jî dê bibin beşek ji vejîna wê şaristaniyê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir: “Kabîneya Nehemîn perwerde kiriye ji karê xwe yê pêşîne û tekezî li ser dabînkirina amûrên serkeftinê ji bo ciwanan û piştevanîkirina wan ji bo cibicîkirina karîn, behre û xewnên wan dike. Min hertim gotiye ku em ji bo civakek têr zanîn têdikoşin û sermayeya me ya neteweyî ya herî mezin ciwan in.”
Herwiha got: “Ciwanên me hêjayî jiyanek bextewar in, mîna hevtayên xwe yên li deverên din, ji ber vê yekê em ê piştgiriya wan bikin ta ku jiyaneke wan a hêjayî hebe.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li ciwanan kir jî xwe amade bikin ji bo ku di mijarên cîhanî de bi taybetî jî li ser guherîna keşûhewayê, kêmbûna avê, xwarek û hejariyê dengê wan hebe û çareserî û pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.