Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê civîna xwe ya asayî dike

Serokê Civata Wezîran, Mesrûr Barzanî
Serokê Civata Wezîran, Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dê civîna xwe ya asayî bike û dê danûstaninan li ser çend mijaran bike.

Îro roja Çarşemê, 25ê Cotmeha 2023ê, Civata Weîzrên Herêma Kurdistanê dê bi serperiştiya Serokê Civata Wezîran, Mesrûr Barzanî, û Cîgirê Serokê Civata Wezîran, Qubad Talebanî, civîna xwe ya asayî bike.

Li gor ragehandineke Fermangeha Medya û Zanyaran, Civata Wezîran dê di tewerê yekê yê civîna xwe de encamê civîna hevpar a Lijneya Darayî ya Civata Nûneran û Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wan bingehên di wê civînê de hatine pejirandin û pêngavên bicîanîna wan berçav bike.

Tewerê duyê yê wê civînê dê girêdayî mêvandariya Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê be, bi merema berçavkirina dawî encamên piroseya hûrbîniyê ya hevpar a Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û ya Herêmê jî, li ser dahat û xerciyan û mîlakê giştî li Herêma Kurdistanê.

Fly Erbil Advertisment