Mesrûr Barzanî: Werin em xwendekarên xwe fêrî kolnedan û xweragiriyê bikin

Werin em xwendekarên xwe fêrî kolnedan û xweragiriyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana dibistan û baxçeyê zarokan ê Macîdî li bajarê Hewlêrê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora “X” nivîsî: “Perwerde ne tenê xwendin e, belkû çandina nirxan e. Werin em xwendekarên xwe fêrî kolnedan û xweragiriyê bikin.”

Herwiha nivîsî: “Em spasiya mamosteyên xwe yên dilsoz dikin, ku roleke mezin di avakirina serkirdeyên me yên paşerojê de dilîzin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sibeha îro 25ê Cotmeha 2023an, bi amadebûna Weîzrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd û parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, dibistan û baxçeyê zarokan ê Macîdî li Hewlêrê vekirin û paşî gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî di pareke gotara xwe de got: Dibistan cihê fêrkirina xwandinê tenê nîne, belkî cihê perwerdeyê jî ye. Dema xwendekar tên dibistanê, divê fêrî wê yekê bibin ku paştir di jiyanê de çawa serederiyê bi arêşeyan re bikin. Ew dersa yekê ji mamostayê xwe fêr dibin, lewma li ser hikûmetê pêdivî ye seqayekî guncayî û dibistanên birêkûpêk ji bo xwendekarên xweşevî çê bike.

Serokwezîrî herwesa amaje da, “ez dizanim me kêm û kasî li gelek cihan hene lê hikûmet dê li dû erk û karînên xwe li ser çêkirina dibistanên nû û nûjenkirina dibistanên heyî berdewam be. Heta niha gelek dibistan hatine nûjenkirin û hindek dibistanên nû jî hatine çêkirin, lê dîsa jî em li ser astê hemî Herêma Kurdistanê pêdivî gelek dibistanên din in jî û em dê berdewam bin”.

Paşî wî amaje da wê yekê ku karekî baş di kertê perwerdeyê de li ser çaksaziyê hatiye kirin. Serokwezîrî pesna Wezareta Perwerdeyê û Wezîrê Perwerdeyê kir û ji ber xemxwerî û dilsoziya wan spasiya wan kir.

Herwesa spasiya mamostayan jî kir û amaje da rewşa jiyana wan û zehmetî û aloziyên wan û taybet wan mamostayên ji bilî mûçeyî çi dahatên din nînin lê her li ser karê xwe berdewam in.

Fly Erbil Advertisment