Baregeheke Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha hêzên Amerîkayê li Rimêlana Rojavayê Kurdistanê bi 5 mûşekan hat armanckirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 23ê Cotmehê belav kir, 5 mûşek li baregeha Xirab El-Cîr a hêzên Amerîkî li navçeya Rimêlanê ketin û dengê teqînan di nava baregehê de hat bihîstin.
Li gorî zanyariyên Rewangehê, heta niha ti ziyanên canî nebûne, hevdem jî dornên çavdêriyê li asmanê navçeyê digerin.
Baregeha Xirab El-Cîr, firokexaneyeke kevn a çandiniyê ye, Artêşa Amerîkayê di sala 2014an de, ew veguherand baregeheke daketina helîkopteran.
Ji aliyê xwe ve, rêxistina bi navê “Berxwedana Îslamî li Iraqê” di daxuyaniyekê de berpirsyariya xwe li hemberê wê êrîşê ragihand.
Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.
Di vê derbarê de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) hefteya borî ragihandibû, ji ber êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya asmanî bişîne Rojhilata Navîn.